şewê le hegbelî ete

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  744 Dîtin
şewê mangeşewî çwarde, demedemî nîsan
beharî taze ke zistanî xiste naw «neysan»
le her diłêkewe coşêk be bangî dengixoşî
le lalezarewe şewnim, şerabî mey noşî
xerîkî cunbuş û zaxawî jengî zistan bûn
kiç û kuř û jin û mêrd, pêkewe le seyran bûn
minîş le xwarewe çûbûme gwê lebî derya
be derdî xomewe gîrode, bêkes û tenya
le pał darî sinewber ke darî «çam» e ewê
ewey nexoş bê heway darçamî pê ekewê
le estemuł, le hegbelî ete, be bêdengî
xizame bin destî cwanan be laplewsengî
le pêşewe cûtêkî bała ’eř’eř û lawlaw
ke tîşkî kułmî ewan mangî xistibuwe naw aw
be yekdiłî tekyan dabuwe yektir be sewdawe
be xoşewîstyekî pak û bêgerd û sawawe
be mîhrebanî «perî şox şew» ke lejûr seryan
be tîşkî xoy cilî zeřbeftî kirdibuwe beryan
be sozewe kuře pirsî le hamserî gyanî
ke řoj hełdê û win ebê, kamyan xoşe eyzanî?
kiçe witî: ke be řûy towe řoj hełê xoşe
be mestî çawtewe dił neş’edare, serxoşe
bełam katêk lepêş çaw nebî û dûr bî le lam
bînayî lêłe! le zerdedaye řojî hîwam
bew xoşewîstyewe, kuř destî kirde milî yar
siřî le awêney řûy be lêwî jengî ẍubar
witî: ke to eme bî, kê «gewah» y ’eşqim bê
heta bijîm neyełim ’eşqî tom le la kem bê
kiçe witî: ewe estêrey tazeye hełat
be kurdî nawî gelawêje, şewqî bo wiłat
were be pakî ew swênd bixoyn kewa yekdił bîn
le xizmetî wetena hewł bideyn hetaku dejîn
le «jîn» ewe eme şabaşî řêy «gelawêj»e
le payey edeba nuktebêj û hem gułřêje