le hêlaney dił

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  937 Dîtin
em hełbeste le katî xoyda pîremêrd be nawî bêsaranîyewe biławî kirdotewe; bełam hî xoyetî, tenha dêřî çwarem hî mewlewîye û têhełkêşî kirduwe legeł ew dêřaney tirda.
le hêlaney dił, le hêlaney dił
eger cêt teng bê le hêlaney dił
ew leşe cwaney nazkitir le guł
le ahî germî diłey piř sikił
tînî bigatê, dił ebê xecił
diłîş bebê to hełkirdî muşkił
kewabê barê ey berguzîde
bigwêzerewe gilêney dîde
birjangekanim bibêt be perjîn
řêy guzer nada be dîdey bedbîn
be her çwar dewra le awî dîdem
cezîreyekit bo dête berhem
lewê wek perî cezîrey waq waq
çunke taqaney danîşe be taq