kizey derûn
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
2 Xulek
1838 Dîtin
dwawanekey şwên małegewre
serew xwar eřoy be pêç û dewre
to be řûnakî wêney bilûrî
awî zîndegî gişt şarezûrî
enałim ełêm: to wek awêney
bo şwên destikirdî kirdigar wêney
boç pêm nanwênî wêney fituẍraf
wêney şîrînî nazdaranî caf
nimûney destî perwerdigar bûn
be dewrî toda gułî behar bûn
be şedey lar û kirasî ketan
wek mang «ketan» y cergyan esûtan
wek mang be şedey tarîkî deycûr
burcî řeşmałyan piř ekird le nûr
şewî mangeşew awayî xewtin
le dway sirewtin katî têkewtin
ew leş û lare be şiłpey mele
diłî diłdaryan exsite pele
ay bo «perî xanKes» nazdarî cafan
ahûy zeřbahûy ’enber kiłafan
małe begzade û sîřey semawer
řûy ew řûbarey wa egirte ber
dengî nekîsa û bezmî xusrewî
lay meḧmûdpaşa ekewte newî
awazî seqir û baz û bałeban
ḧîley mayînî cinsî keḧîlan
emane hemûy xwa dabûy be caf
ḧukmidarêk bûn bê laf û gezaf
lem dwayyeda xo «nahîde xan»
şa xanmêk bû belaw dîwexan
şwênî dû «paşa» y piř kirdibwewe
girewî le řuḧî çerx birdibwewe
tuxwa awekey bon guławeke!
bo serçaweke kemê la weke
biřwanim axo camî fituẍraf
nîşanim nadat şêwey êlî caf
ne! ew debdebe û ser’ewser awe
êste efsane û nexşî ser awe
em diřk û dałe û em qel û dałe
mawnewe le şwên ew gewremałe
nazdaran bûne masî dwawan
be bombay řawker kewtine ser awan
le tawey cewrî çerxî çepgerda
ewan esûtên minîş le herda
wêł û awarey êlî miradîm
nizîk le mergim dûrîş le şadîm
bo bazî mirad her «qeyser qûme»
bextim şûme û baz kewte weyşûme
min bo êl egrîm mat û diłxeste
řistî xîwetî begzade «rîste»
le şwên sermela û ełłahu ekber
«karî» kar eka û «sitrît be cuker»
êsta ke řêy koç guşade û asan
kwa ser’êl koçî lê xuřî bo kwêstan