newroz

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  5412 Dîtin
em řojî sałî tazeye, newroze, hatewe
cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
çend sał gułî hîway ême pê pest bû takû par
her xwênî lawekan bû gułî ałî newbehar
ew řenge sûre bû ke le asoy biłindî kurd
mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird
newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
wa řoj hełat le bendenî berzî wiłatewe
xwênî şehîde řengî şefeq şewq edatewe
ta êste řûy nedawe le tarîxî mîlleta
qełxanî gulle singî kiçan bê le hełmeta
pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
namirin ewane wa le diłî mîlleta ejîn