’eşret haware

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1032 Dîtin
’eşret haware, ’eşret haware
kewtûme aras aw bê bware
řêm nîye minîş şwên ewan kewm
pîrim hengawêk binêm ekewm
lêreş wa kewtûm bedem derdewe
le îşî dûrî û ahî serdewe
diktor! deway tom nawê lêm geřê
bełkim be ahim dewran wergeřê
ya wa wegeřê êlim wergeřê
ya zirmey topî zeřey berkewê
ewsa ke du’ay min wa gîra bê
le xaney xaka awatim nabê
înca tełqînim biden be kurdî
biłên awatit hate cê û mirdî