saqî be ’eşqî berzî xakekem

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1149 Dîtin
saqî be ’eşqî berzî xakekem
be yadî qewmî dił ẍemnakekem
bom piř ke camî mey ba dił xoş bê
kełkełe û sewday ser feramoş bê
tuxwa sa «řeşołKes» toş qetareket
seday sub seḧer pay kosareket
bełkû bêne coş newciwananman
têkoşin be ’îlim bo xan û manman