le gwêm dê dengî laylayey weten, dayk cigersûtaw

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1301 Dîtin
le gwêm dê dengî laylayey weten, dayk cigersûtaw
eřêjênê be ser wêranekey xwênawya xwênaw
elawênêtewe û egrî, serî şîne le matemda
şew û řoj kotełî mindałekane wa leberdemda
ełê: lew gerdişey kurda, kuřî çakim hebû kujran
eweş mabû hemû mirdin, le birsa bê kifin nêjran
xuda padaşî em tenganeyey wa dayewe û wam dî
bepêy xwî hate berpêm tacî gewherdarekey kurdî
selaḧedîn celalî way nebû tarîx leberçawe
hemû paşay beban mirdin be ḧesret řojêkî wawe
şewê des ehremen kewt xatemî miłkî silêmanî
keçî mîr û gizîrî pê ekird, qedrî weha zanî
bedem em nałewe, destî dirêj kird, xistye ser şanim
witî: tofîq hatîtewe, bo barî mîḧnet, eyzanim
bełê ḧałim peşêwawe, fiřinde bałî sûtanûm
nema ẍeyrî kelawe, şew, binałêne lewê wek bûm
witim: daye, ke daykim mird! negryam, çunke to mawî
eger ewladekanîşt bikujrên, to debê ça bî
qesem bew ’ezmî kurdey şanî «rîçardKes»y be şîr řûşan
kiławî kurd ebê qûç bê ke hat û şanî xoy cûłan
şewê pyawêk le befra ma, nemird agirêkî dûrî dî
le lay min na’umêdî kifre, em agirey diłim bo kê