ewa řûm kirde to, ey daykî muşifq bîst û pînc sałe

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  848 Dîtin
ewa řûm kirde to, ey daykî muşifq bîst û pînc sałe
le ẍurbetda, be yadî to ejîm xwa şahîdî ḧałe
beyanî da, nesîm lay towe hat, bonî weten pêwe
ewa nûsrayewe pîraneser ’umirim le ser نûیۆە
ełên nefḧey jyanî pêweye, badî behar waye
be sirwey bay weten mawim behar û bay lelam «ba» ye
«tirînşemendefer» cûłayewe, wa kewte řê, baweř be xom nakem
xewe yaxud xeyał, ya řaste em ḧałî fereḧnakem
heway textî silêmanî heye, badî tirîn, ba bê
«biła» ba bê, le «şihbaşarî ḧelebeCih»bê, le «fîḧaşarî şameCih» bê, le «zuraşarî beẍdadeCih» bê
be çawma bê eger tozêk le tozî bay «silêmanî»
ke nûrî tûre tûrêk nahênê sûrmey «silêmanî»
ke ba bonî gułêkî «kanî ba» bênê lelam waye
tełay keyxusrewî wek gencî badawer hemûy baye
giznigî xor edate befrekey şaxî «’imir gidrunCih»
birîqey xoştire lay min le duřiř û gewherî qarun
be awatî exwazin xełk te’amî ma’dey ’îsa
hemûy ḧełwa gezoyek nahênê destim kewê îsa
şemał dênêtegwêm dengî minałanî qutabxane
neşîdî mîllyan lahûtye qûtî dił û gyane
hîwam pêyane em destekuřane meşxełê hełken
le tarîkî nezanînda be zanistî weten derken