ebê bexşinde mil keç ka, le řastî mûçexorî xoy

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  5048 Dîtin
ebê bexşinde mil keç ka, le řastî mûçexorî xoy
suraḧî ser firûdênê le bo pyałe ke têka boy
ke aw darî leser ser řagirtuwe eyzanî çî tyaye
le lay nenge ke perwerdey niqum ka gewreyî waye
liqî şořî dirext mîwey exon bê erkî berd û dar
pełî berd bo pelî berze, leqeş bo ser pelî berdar
le dewrî dûrya pestim derûn piř derd û zûxawim
ecel dê bimkujê, namnasê çî bikem namirim mawim!!
leber aşûbî xêłim, hîç şewê xew nayete çawim
xewî naxoş ebînim bem perêşan xawîye xawim
umêdî ser leser derken, ewaney řast û řûnakin
qełem her serqełem, mom bo miqest, her bo ewîş çakin
ełên murẍî silêman aw le jêr xaka ebînê ew
minîş ḧewt sałeřê dûr bê, be çawî dił ebînim ew
çira řûnakî bo jêr xoy nîye řeḧmet le babî ba
ewî řûnakî keçbînane goře, řencî ba bîba
be cût perwane wu masî ke diłdadey çira û goln
nizîkî em esûtênê, le dûrî aw ewan ḧoln