ey kiçîne werne mekteb

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  2322 Dîtin
ey kiçîne werne mekteb
êwe teskînî diłn
zînetî baẍ û tereqîn
řewneqî destey gułn
***
taze ême têgeyştûyn
daykî çakî xwêndewar
neslî wa dênête meydan
qewmekey pê bête kar
***
jin şerîkî jînî pyawe
nek xerîkî berd û dar
terbyey mêşkî minałî
bo weten bê û cannisar
***
xozge min bibme dirextêk
bo qutabxaney kiçan
ew kiçaney wa dexwênin
bibme sêber bo ewan
***
her kiçanî xwêndeware
mîlletî pê serkewê
terbîyey mindał hîwaye
pêşřewîman berkewê
***
řojhełatîş řojî hełdê
xwêndinî kiç hate naw
cehle tarîkeşewî kurd
xwêndinîş tîşkî hetaw
***
derzî çał hełnakenê
fene weten awa eka
xuşke, gyanî daykî muşifq
neslî çak dawa eka