burcî řojî kurd

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1678 Dîtin
burcî řojî kurd ke řojhełat bû
helman hełnekewt beşman hełat bû
qafyey ekirad her bednîhad bû
bûmî şûm le şwên bûmman diłşad bû
serçawey dicle le dyarbekira
hênd xwênî kurdî têkeł ekira
wek erxewan sûr ebû be lafaw
pîrêjnî çerx eykird be sûraw
heta xwa way kird řoj geřayewe
dadî hejaran pirsirayewe
le řoj’awawe řojman bo hełat
ẍûlî meẍûlî byaban hełat
ełên katêk řoj egeřêtewe
dewrî zordarî ebřêtewe
ebêt be dewrî mehdî serzewî
le ser ayetî «xatim alinbîErebî»
peyřewî «nibî» dîmukiratîye
dîmukiratîye řû le hatîye
min baweřim kird ke em ayîne
awêneye bo kurdî saf sîne
min swêndixiwaranim boye xoş ewê
emcare firyay êmeş ekewê
egîne min xom lekê dadme
nan û kebabêk ser û zyadme
mayey jyanî ême ke ba bê
bo neygořmewe min be kebabê