keçî carêk nemandî bêyte mizgewt

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1733 Dîtin
keçî carêk nemandî bêyte mizgewt
dyare, pyawî xwa nît, dûrkewtî, dûrkewt
cum’e nakeyt, naçye zikir û tehlîle
her kebabe û herîseye û qendîle
řojû egrît, keçî le nwêj bêzrawî
be fitway şêx yekaney dem besrawî
desniwêj naşoyt, pak nabyewe giławî
bêyte xwardin mêmłî goşt û piławî
řeḧmet lewey le latewe nan naxwa
parêz ekat, çakit enasê bexwa
gyandarkuj û, tûře û tiřoy le řûda
masît nehêşt le zełim û tanceřoda
le hîç û pûç herze, wekîlî xełkî
her bo ewey ke pêt biłên bekełkî
řût û qût û la hełpiçřaw, bê piştên
beşew teẍarêk پرتەقاێ tê tirşên
be ’umrî xut xawlî bo mał nakřî
ke nanit xward destit be řîşt esřî
hêşta filist be delakêk nedawe
xo ḧemam hîç, çiłkî parit lamawe
kê dî cilî tazet le ber kirdibê?
qonderet bolay boyaẍçîyek birdibê?
tuxwa ser û řîşt sabûn enasê?
heřac xane egeřêyt bo kirasê!
pangize sałe penceret nakirêtewe
mîkirob nawêrê bête naw cêtewe
le befir û doy hawînan na’umêdî
bend û bawî kabrat lê hatote dî
minîş ełêm:
ḧałî dinya, herçonêk bêt dête ber
têdepeřê, şa û geda eybene ser