perêşanbûnî kafran bem witare

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  891 Dîtin
gwêyan ke elew witane řagirt
ẍem kafrî ta milane dagirt
şêwa le tewawî but peristan
yek kafir û yek debû misułman
yek diłřeq û yek debû peşîwan
yek řûy le baẍ û yek le şîwan
yek kewte cehendem û yekê dî
lew ’erze be çawe cennetî dî
yek gone û řûmetî sipî bû
bo dîn wekû kew ew kewî bû
yek basî xuday ber ḧeqî bû
bew daxe yek zigî teqî bû
ew dîneyî des dedaye wirya
yek bo but û ga pers diregrya
řoyştewe mał yek be giryan
deybestewe yek be kufre peyman
le minał û jin ew kesey hewełcar
lew dîneye ger debû be kiřyar
le minałe ’elîKes debû be dîndar
le jinane xecîceKes bû ciłewdar
hewweł le pyawe bûbekirKes
şîrîn witare wek şekir bû
çendane miroyî dîy le akam
řûyan dekirde kořî îslam
ew dîne ke pêy be xêr û pêze
piştî be ’umerKes debû be hêze
bew řûyî miḧemmedî geşawe
bew daxewe bûcehilKes řişawe
ew dîne girê ke dale ’usmanKes
girya be dił û debû misułman
îslam le mekkeCih ger perey sand
serkirdeyî kafranî toqand