peresendinî dîn le mekke û hełsûřanî bê akamî ubûcehil û ubûleheb

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  616 Dîtin
bûcehilKes û ebûlehebKes le zołan
şêtane deçûne şîw û dołan
ta řê bigirin be řêburan
le pyade û qafłe û swaran
bo mekkeCih kesê ke hatbaye
ew dû sege ẍaryan dedaye
pêyan degutin be şîn û zarî
ey lawe debê ke çûye şarî
ladey le nebê ke sîḧir baze
bo girtinî qumryane baze
bûcehil be herkesî bigutba
her hêdî û mende ya ne qutba
le cyat ewe ger le dîne bêzar
bê, çatrî lê debû be kiřyar
bo layî řesûl meylî debzût
wek ẍunçe be dîtnî depşikût
ew mareke cehil û bûleheb bûn
nêw birdewe bedfeřî ’ereb bûn
ca bêcge le nakes û hetîwê
kê bû ke bewane hełfiřîwê?
herkes ke miḧemmedî bidîba
ba wek sege bûleheb weřî ba
îmanê kewa kufir şikêne
be xudayî miḧemmedî dehêna
ew dîne bibû şetił le ’erzê
wek biřke deřoyî tûz û terzê
le biçûk û le gence ta be pîran
bêgane û dûre xizim û cîran
lew mîlletî kewden û le wirya
řûy kirde miḧemmed û degrya
deykirdewe tif le xûyî pêşwî
lew řêge ke terit û lêjegir bwî
xełkî ke le dê debû weya şar
bû nêwî miḧemmedî leser zar
ta werzî degeyye sêzde sałe
ew dîne le şar û dê dehała
her małe yekê debû musłiman
piř nûr debû diłî be qur’anNava taybet
dînî be tewjim û giř be tîne
pişkoyî dekewne ser medîne