hatnî karwanêk le medîne bo mekke û musłimanbûnî çend kesyan

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  798 Dîtin
çen dane miroyî çust û çalak
aza û netirs û merd û bê bak
lew hozî de ewsyan û xezrec
ew serdeme hatin ew lebo ḧec
katê be miḧemmedKes ew geyştin
lewdîne cwane têgeyştin
îslamî ewane des be cê bû
ew hatne nek le bo ḧecê bû
bew awî jyane bûn, tînû
ḧec bû be behane û be bînû
birdyanewe ew tełayî dîne
be dyarî le mekkeCih bo medîneCih
řeş buwe le nêw ’ereb be çustî
yasayî şiřołî but perestî
şorawe lewey kitêbe dêřî
gořayewe dînî min be zêřî
dîn ger xeberî be xełk dedra
wek zêř û teła le şare debra
lew dîne ge zêřî des be des bû
bê beş nebû ew kesey ke kes bû
bê yawerî napyawî řû řeş
lew gewherî dîn debû bê beş