çûnî pêẍember bo eşkewtî sewr û kiřnoşbirdinî bo xuda û bûnî be řesûl
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
3 Xulek
1154 Dîtin
katêkewe pêy dena le çil werz
hemtayî ewî nebû leser ’erz
şayste bû ew ke pêşewa bê
pispořî witey duřî xuda bê
bo xełkî hejare bê be dîlmanc
řûn katewe řê le sûd û qazanc
danîşt le ẍarî sewrda çend
kiřnoşî debirde ber xudawend
cubrîle le bo ewî be dyarî
hêna le witey beřêzî barî
fermûy were çî dekey le eşkewt
estêreyî to le kel wederkewt
’alem ewe çaweřête qurban
çunkîne be toye dîn û îman
to heste be dengî berz qur’anNava taybet
bixiwênewe her be nêwî yezdan
bew xełke şwênî dîn bêje
ba bênewe der le gom û gêje
katêke hełsite to fe’enzîr
xizmî ke nizîke lêwe ey jîr
fermû meken êwe but peristî
bo çêwe jyanî wa be pestî
darê ke be destî taşrabê
çî kirduwe bo debê xuda bê?
çî dare çi xołe yane berde
naden be kesê dewaw derde
nî mał debexşin û ne xoşî
ne birîn û ne saẍî û nexoşî
ser řişte be des xudayî mezne
herkes ke nełê wehaye bizne
ḧeywane beser zil û pel estûr
bê bîre le zeyn û hoşe xo dûr
herçî be ziman û bê zimane
řoḧî heye ya be bê gyane
tewnêke be des xuda kirawe
key tewne xudayî pêdrawe?
darî bute bê wite û řizîwe
çeqłêke le çaw hełçeqîwe
ew dare xudayî nakesane
bê behre û sûd û bê zyane
ew çeqłe le çawda derênin
řîşey le binîwe hełpisênin
ta çende nefamin û nezanin
gwê bigirin û pak ewey bizanin
yezdan ke yekêke bê wezîre
bê nokere ew bebê gizîre
naçê ke xuda le řeng û wêne
bê çûn û çilon û bê şwêne
bîstî ke miḧemedKes ew witare
hestaw dehate der le ẍare
řûy kirdewe mîllet û ’eşîret
fermûy bewane dił be ẍîret
zû qewm û ’eşîretim be çustî
laden le butan û but peristî
merdane xudayî ḧeq binasin
bo hênde nezan û gêj û kasin
ełła ke xudayî beriztane
ew kirgerî êwe û butane
tenrawe be destî ew tek û loy
bû zûyî leşî û řayeł û poy
her mûye le benden û řwawe
şetłêke be des xuda çeqawe
ew nan û bijîwî dawe pêtan
ew hude û dîwî dawe pêtan
ew day be êwe çîmenî şîn
ew zewyey kirde ferşî řengîn
aẍayî tewawî kêw û herde
xawen be hemû çya û zerde
bo bûn û nebûn ew hewîne
bo herçî hejare xemřewêne
ger bîhewê ew be kun fekûnî
dunyaye deba le bo nebûnî
xizmîne kewaye ta be mirdin
lew gewreye řîz û qedir bigirin
ew serwere kirdimî řewane
bo wey ke bizanin ew şitane
ew tacî kerametî le ser nam
ałayî peyemberî wedes dam
qur’an kewe řêge bo necate
le xudawe dyarî û xełate
bigirin le gwêye ew witane
serçaweyî manewe û jyane