basî le nêw û nîşan û cê û şwênî ew pêẍembere

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  903 Dîtin
meznî ke be hîmmet û twana
yasayî le taze dîne dana
ew nawî miḧemmedî emîne
şayî meke serwerî medîne
binçîneyî ew durey ’ereb bû
pêẍemberî mustefa leqeb bû
peydabû le amîneKes û le ’ewłaKes
ew řołeyî xoşewîstî ełła
bê dayk û bab ger demawe
wek şa gułe kewte des xudawe
gułẍunçeyî çîmenî cwanî
xemłî be şetawî asmanî
baraneyî řeḧmetî be serda
deřja be hemû leş û be berda
katê temenî degeyye ḧew sał
ew nûre le ser řeşî debû zał
řûy nawe le karukirdewey çak
ew neybû xidey miroyî napak