bełên

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  788 Dîtin
nûrî řuxî pakit ke le dûr dadenwênî
sed qelb û diłî ’aşiqî wek min desûtênî
ger ẍunçeyî neşkufte biřwanête dehanit
wełłahî girîbanî le tawan dedřênî
şimşîrî birot zulfî kemendit gelê çakin
cût xencerî mujgane ke xwênim deřjênî
sen’anî sifet wexte ke zînnarê bibestim
qurban to leber çî dił û dînim destênî
carêkî biłê bimre heta ser be fîda kem
her rojê dûsed car le ẍemî xom demrênî
şerit bê ke heta mawe «emînNasnava edebî» bê to binałê
dûr bê le wîsalit eger ’ehdî bişkênî