teqdîr

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  803 Dîtin
newbeharim bote payîz řojî řûnim tarîye
bo diłî meḧzûn û ’aciz kar û pîşem zarîye
mirdinim lew zîndeganî wa gelêk pê xoştire
ger bijîm nemirim lewey paş ’umrêkî bê ’arîyye
derdedar û bê qerarim îxtyarim pê nema
ta be key yařeb bikêşim ew zelîlî û xarîye
qet be meqsûdî diłî xom řojêkî nayîl nebûm
ey felek ta key legeł min hênde keç řeftarîye
nefsî ḧîz ewřo were merdane her xot řagre
qet meke bê emrî ḧeqiq û mewqî’î dîndarîye
ẍeyrî teslîm û řeza çarey nîye ’ebdî feqîr
ey «emînNasnava edebî» sebrê bike teqdîrî ḧeyî barîye