’aşiqî miskîn

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1023 Dîtin
bergî guł wek řûmetî to nask û řengîn nîye
neyşeker wek qametî to řastî wa şîrîn nîye
çi bikemê ey nûrî her dû dîde û aramî gyan
dił le hîç cêga bebê to sa’etêk dabîn nîye
ger şinoCih cêgay xemane bo hemû ’alem, welî
kes wekû min lew wiłate ’acîz û ẍemgîn nîye
derdedar û bêqerarim na’umêdî wesłî to
kar û pîşem ẍeyrî ah û girye û nałîn nîye
bulbulî şurîde û şeydame dayîm bê qerar
ẍeyrî wesiłit ey gułî min dił be hîç teskîn nîye
ger zekatî maçî ser lêwit be muḧtacan dedey
kes le ’alem wek emînNasnava edebîê ’aşiqî miskîn nîye