niza

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  747 Dîtin
eger meylit le dił derkem diłim dayîm be nalîn bê
eger cana le yadim çî tenim mecrûḧî zûbîn bê
ser û řûy yarêkî dî, çaw seway to ger temaşa kat
îlahî kesb û karî wan, řijanî eşkî xwênîn bê
eger ’aşiq be bê fikirit şewêk xew bête çawanî
lebatî bałşî peř xakî qebrî lêy be bałîn bê
le ’îşqî řûyî leylayê wekû mecnûnî dêwane
mekanim her le kêwane çi zistan û çi hawîn bê
be guftarit qesem bê to eger şerbet binoşim min
de zarimda wekû zehre eger qendawî şîrîn bê
«emînNasnava edebî» cana le paşî to eger yarêkî dî bigrê
heta demrî sezawarî hezaran tûk û nifrîn bê