tersa

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  905 Dîtin
min fîdayî çawekanit hênde giryanim meke
to be ’îşqî zulfekanit diłperêşanim meke
tîrî mujganit ke wa danawe nêw ebroy keman
bem xedeng û bem kemane tîre baranim meke
ger wekû tersa dekey tałanî ’eqił û hoşî min
talîbî zînnare her wek şêxî sen’anKesm meke
dił le dewrî řûyî şemi’it şew wekû perwaneye
ey çiraẍî ’aşiqan wa qesdî sûtanim meke
zeḧmete derdî cudayî carêkî řiḧimit hebê
wa duçarî daxî dûrî, derdî hîcranim meke
xo le ’îşqî zulfî yar û çahî ẍebẍeb ey «emînNasnava edebî»
bê qisûrim musteḧeqqî bend û zîndanim meke