wesłî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1058 Dîtin
perdeyî gîsût le ser awêneyî řût ḧayîle
ya ne xurşîdî cîhan bo zułmetî şew mayîle
xencerî mujganî çawit qesdî xwênřêjî deka
boçî min sûçim çîye hênde be qetiłim qayîle
min gedayî derkî tome musteḧeqqim bo zekat
carêkî ger lêm bipirsî çî dewê ew sa’île
dwênî nebzî destimî girt û ḧekîmê pêy witim
derdî ’îşqêye ’îlacî nakirê zor hayîle
mirdinim lew zîndeganî wa gelêk pê xoştire
çunke ewřoke dezanim yar be mergim qatłe
’aşiq û sergeşte û dêwane û sewdaserim
her kesê wabê le ’îşqê pêm weye zor ’aqłe
ger heta mawî xeyałî wesłî yarit bê «emînNasnava edebî»
hergîz ummêdit nebê ew fikirekî zor zayłe