tersa
From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
1 minutes
1204 views
min fîdayî çawekanit hênde giryanim meke
to be ’îşqî zulfekanit diłperêşanim meke
tîrî mujganit ke wa danawe nêw ebroy keman
bem xedeng û bem kemane tîre baranim meke
ger wekû tersa dekey tałanî ’eqił û hoşî min
talîbî zînnare her wek şêxî sen’anPersonm meke
dił le dewrî řûyî şemi’it şew wekû perwaneye
ey çiraẍî ’aşiqan wa qesdî sûtanim meke
zeḧmete derdî cudayî carêkî řiḧimit hebê
wa duçarî daxî dûrî, derdî hîcranim meke
xo le ’îşqî zulfî yar û çahî ẍebẍeb ey «emînPen name»
bê qisûrim musteḧeqqî bend û zîndanim meke