tal’

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  839 Dîtin
řûmetit ał û sipî xałî leb û zułifit řeşe
lêweket yaqûtî sûre çawî mexmûrit geşe
taqî ebrot meylî xware her wekû qewsî keman
tîrî mujganit dyare sefzedey nêw terkeşe
gerdinî saf û bilûrit! şûşe wa řewşen nîye
çaw be dûr bê her wekû awêne bê ẍelil û ẍeşe
sîneyî kafureket wek befrî kwêstane sipî
bo diłit wek bextî min nîsbet be min hênde řeşe?
lew cemałî wa bipoşim çake çawî xom welî
nefsî min wek teb’î to exlaqî tund û serkeşe
pertewî řût bo hemû kes wek çiraẍî şu’lewer
tal’î neḧsî «emînNasnava edebî» lew řewşenayî bê beşe