şewqî řoxî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  957 Dîtin
ey mangî çarde meye der yarim dyare
to çardehî, yarim hemû şew, her de û çare
ser şazdehemê şewqî to şewşew le kemî da
yarî me le paş şazdehemêş ḧusnî dyare
qewsî qezeḧim dît û henasem le diłî hat
pêm wabû ke ew qews û qezeḧ ebrûyî yare
ey ẍunçe were ẍunçe dehanî me bibîne
ew wextê le ḧesret girîbanit bike pare
ahûyî xuten kwanê dełên çawî cwane?
yarî mine wa çawê řeş û mest û xumare
tawwisî behare be peř û bałî denazê
nazanê ke yarî me ’eceb piř le nîgare
awêne deba xoy de řuxî yarim bibînê
me’lûm debê ew wexte ke kêhane be kare
ey bulbul eto ’aşiqî řûyî gułî sûrî
min ’aşiqî řûyî gułêkim lale ’uzare
zulfeynî syeh tab deda le mil û le şanî
awêze le ser sîne deka û řîşe henare
bîmarî ẍemî ’îşqim û nazanî tebîba!
dermanî «emînNasnava edebî» maçî dû le’lî lebî yare