řencûr
Li pirtûka:
            Dîwanî Emîn Oşnûyî
        Berhema:
                Emîn Oşnûyî (1889-1954)
        
             1 Xulek
             1752 Dîtin
        
        
    min xerabî derdî ’îşqî firqetî dîdarî tom
dił kebabî daẍ û hîcrî ahî ateşbarî tom
her ke mirdim ba bizanin cumle ’alem xas û ’am
kuşteyî tîrî nîgahî dîdeyî xwênbarî tom
ba le kêlî min binûsin nexşî dû ebrot be xwên
ta bizanî min şehîdî tîẍî seyqelkarî tom
’aşiqî řûyî gułim dayîm denałim her seḧer
’endelîbî baẍî ḧusnî gułşenî řûxsarî tom
ger ḧekîm neykut ’îlacî ’îlletî cergî «emînNasnava edebî»
min dełêm řencûrî ’îşqî nergisî bîmarî tom