mûns

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  815 Dîtin
ewřo le des hîcranî to řencûr û bîmare diłim
bew xencerî mujganî to çende birîndare diłim
daẍî feraqit dem be dem bo min deka tewlîdî ẍem
bew damî zulfî pêç û xem sed cê giriftare diłim
nałey derûnî min meger ey guł le to naka eser
wek bulbulan wextî seḧer dayîm be haware diłim
bo nergisî cadûyî to xałî řeşî hêndûyî to
ẍeyrî xeyałî řûyî to bê mûns û yare diłim
bê yar û bê mûns minim lew wezi’ û ḧale dujminim
muştaqî řujî mirdinim lem ’umre bêzare diłim
ummêdî wesiłim bû le to boçî minit dur kird le xo
fermût «emînNasnava edebî» bo lem şinoCih her wek şewî tare diłim