gaznide

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  736 Dîtin
îlahî çunke bûye ba’îsî ẍem bo diłî zarim
le dunyayê diłit şadan nebê yarî cefakarim
îlahî çunke daẍî firqetit danaye cergî min
be daẍî firqetê ta řojî meḧşer bî giriftarim
îlahî çunke řojî řûnî met kirde şewî tar
le dunya řojî řûnit bê hemêşe wek şewî tarim
îlahî çun cudayît xiste mabeynê heta mawî
be ḧesret dîtnî wesłê be gyan bibye xerîdarim
îlahî çun beharî ’îşretit lê kirdime payîz
gułit pejmûrde bê dayîm mîsalî řengî řûxsarim
îlahî çun diłî şadit be ḧesret mubtela kirdim
be ḧesret şadîy dił bî cigerxeste û birîndarim
îlahî ger le dunyayê «emînNasnava edebî» newmîdî wesiłit bû
le qesrî cennetê bibye enîs û mûns û yarim