fîraq

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1170 Dîtin
ey afetî eḧwałî min û fewtî ḧeyatim
carêkî nebû qet le fîraqî to necatim
ger demkujî bew xencerî mujgan were zû be
her çî beserim dênî emin bê desełatim
cana le fîraqî to dezanî ke çilonim
me’lûm nîye bûn û ’edem û jîn û mematim
yařebbî ebew derdey ke min bûme giriftar
toş pêwe giriftar bibî wek min be hewatim
ewřoke debînî ke weha zar û ze’îfim
bîmarîy ’îşqêye «emînNasnava edebî» bote xełatim