fîraq
From the Book:
            Dîwanî Emîn Oşnûyî
        By:
                Amin Oshnuyi (1889-1954)
        
             1 minutes
             1725 views
        
        
    ey afetî eḧwałî min û fewtî ḧeyatim
carêkî nebû qet le fîraqî to necatim
ger demkujî bew xencerî mujgan were zû be
her çî beserim dênî emin bê desełatim
cana le fîraqî to dezanî ke çilonim
me’lûm nîye bûn û ’edem û jîn û mematim
yařebbî ebew derdey ke min bûme giriftar
toş pêwe giriftar bibî wek min be hewatim
ewřoke debînî ke weha zar û ze’îfim
bîmarîy ’îşqêye «emînPen name» bote xełatim