sikała

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  769 Dîtin
fezîḧet qet lewey zortir debê rîswayî ’alem bim
musîbet qet lewey bedtir debê hemtayî sed ẍem bim
zelîlî destî mindał û jin û eqwam û bêgane
řezîlî çawî cîran û řefîq û yar û hemdem bim
be řojî sûgwarî ẍem dełên emma le dunyayê
le bo min şadîye ger mubtelay řojî matem bim
birînim bote tîrawe ’îlacî nakirê ta key
hemêşe întizarî we’deyî derman û merhem bim
mûqedder wabû min dew axrey ’umrê heta demirim
degeł derd û bełayan hemdem û esrarî meḧrem bim
«emînNasnava edebî»! la tiqnitu min riḧimit alilhErebî emrî qur’ane
xuda řuḧmî gełêk zore emin ba ’ebdêkî kem bim