diłî ẍafił

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1061 Dîtin
le em dinyayî fanîda heta key ey diłî ẍafił
le naw mestî cewanîda heta key ey diłî ẍafił
temaşa bab û bapîran eger buřna û eger pîrin
de xakêda çi yexsîrin heta key ey diłî ẍafił
temaşa mûns û yaran de qebrêda giriftarin
hemû xeste û birîndarin heta key ey diłî ẍafił
eger şêxî eger ’alim eger me’lûlî ger salim
de axir demrî ey załim heta key ey diłî ẍafił
be sed tedbîr û sed řayê ’îlacî mirdinê nayê
debê koç key le dinyayê heta key ey diłî ẍafił
tenî wa nazukit deřzî de jêr xakî serî erzî
le tirsan boçî nalerzî heta key ey diłî ẍafił
«emînNasnava edebî» carê bike tobe le xurd û nustin û xew be
le bo tuş dêtin ew nobe heta key ey diłî ẍafił