felek

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  744 Dîtin
boçî dû sałe degeł min wa be kînî ey felek
hênde bo derḧeq be min wa na’emînî ey felek
ḧesret û daẍ û xemit hênd kirdime yar û řefîq
sed kunit xistûtme cergî piř birînî ey felek
ga ẍemî dînê dekêşim ga ẍemî mał û minał
ga ẍemî daẍî fîřaqî nazenênî ey felek
şarî xoş ab û hewam lê bote zîndanî bela
çake çîdî lew wiłate nemjîyênî ey felek
taqet û sebirim le des çû xaneyî ’umirim řima
besse hênde daẍ û derdî dił ḧezînî ey felek
bo hemû ’alem debarê her teřef baranî xem
ya le nêw şarî şinoKesyê bo emînNasnava edebîy ey felek?