ahî derûn
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
1 Xulek
966 Dîtin
’aşiqî řûy yarekîme yarekey řux wek qemer
mubtelay bazařekîme bo meta’î dîn zerer
ten degeł perwane cûte qesdî sûtanê deka
dił degeł şem’ê biraye şew desûtê ta seḧer
dûkełî ahî derûnim şahîdî sûtanî dił
mewcî çawî piř le xwênim ba’îsî zexmî ciger
ew kesey pêy şadedił bûm lêy cuda kirdim felek
nûrî çawanim le kwêye, kwêwe çû xakim be ser
şadîy dîdarî tom ey guł mubeddel bû be ẍem
wesłî tom lê bû be hîcir û ḧesret û ah û keser
şew le hîcrî řûyî to ey mayeyî řûḧî řewan
sîne sûzan dił firûzan dîde giryan çeşmî teř
nałeyî cansûz û ahî şo’le efrûzî «emînNasnava edebî»
boç le to ey sengidił hergîz nebû carê eser