řeqîb

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  766 Dîtin
diłim napşikiwê bêtû nebîsim řojê min nêwit
ser û małim be qurbanî şewêkî maçî ser lêwit
îlahî key debê serwî qedit bigirim be aẍûşim
îlahî key debê bon kem dû pistanî wekû sêwit
eger sebrê bikem lew derdî bê dermanî to gyana
debê hełwa bixom carê le qorey qaymey mêwit
wekû awî ḧeyatê ’umrî taze bom debê ḧasił
de zarî xom binêm min ger zenexdanî wekû zêwit
be awî çaw û berqî ah û nałe xom desûtênim
xuda tofîq bida axir xemî qursî wekû kêwit
«emînNasnava edebî» fikirî cudayî qet le to hergîz nebû emma
xuda małî xirakatin řeqîbî her wekû dêwit