ẍaretgerî hoş

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1056 Dîtin
nemdîwe wekû to kesê wa diłber û ře’na
řûmet guł û mû sunbil û çaw nergisî şehla
xoşřeng û qeşeng û be nezer şeng û dehen teng
sûřet qemer û leb şiker û awêne sîma
nazuk beden û sîm ten û sîne sipî û saf
şîrîn dehen û xoş suxen û şoxî dilara
’eyyar û diłazar û sitemkar û cefakar
ẍaretgerî hoş û xîred û taqetî diłha
min seydî çi damêkî nebûm kewtime damit
pabendî be zincîrî serî zulfî semensa
bulbul were ta mirdinê her têkřa binałîn
to bo guł û min bo dehenî ẍunçeyî yekta
perwane were takû degeł yegdî bisûtêyn
to ’aşiqî şem’îy û emin ’aşiqî leyla
kes qîmetî eş’arî emînNasnava edebîy le şinoCihye
nazanê meger şexsêkî zor ’arf û dana