hatnî felekan bo şarî şino

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1070 Dîtin
wek dujminî dîn par payîzê hate wiłatim
bo wirmêCih, legeł ehil û ’eyalî xo hełatim
zistanê ’irûs řoyî û peyda bû nişatim
wa têdegeyîştim ke be kullî bû necatim
nemzanî fele bote sebeb qet’î beratim
řojêkî ’ecem kirdî be şeř ey gelî yaran
ew ermenîy gawrî mel’ûn wekû maran
daygirtîne ber top û tifengan wekû baran
mecbûr bû ’ecem kirdî dexalet wekû caran
ca bo ẍemî dił hate řeqem qismî beratim
herçendî sîlaḧî ke ’ecem heybû le małan
naw małî ewey heybû le małan û le çałan
têkřa fele birdî ewî deyzanî be tałan
nemdîwe emin karî weha qet be çi sałan
nemzanî ke kûm řabward wext û se’atim
sed małî şinoyî lewê ḧazir bû be defter
bo qetłî hemû kurdê fele şûbhî ẍezenfer
řojêkî le bû kuştinî me emir dira ser
ber bûne der û kûçe û bazařê seraser
gotim diłî ẍafił ewe nîzîk bû wefatim
sibḧeynê bû heşt no fele hatin wekû agir
derwazekeyan wird û peraş kirdim û kafir
lêm hatne ḧesarê be tifengî wekû saḧir
çwaran minyan girt ke parey bide ḧazir
řuḧ hate serî lêwim û çû sebir û subatim
pařamewe gotim be xuda nîme çi pare
gutyan bide parey nexo detkeyne dûpare
řayan dekêşam bo tewîley wek segî hare
dîtyan gelê esbab le wetaẍî me dyare
her çwar derpeřîne serê ew ca bû necatim
dîtim le tewîley hebû suraxî buxarî
dayandiřî bû zor firewan beynî dîwarî
hełçûm be ḧewada wekû mar hełçê be darî
banêkî newî pêwe nûsabû be kenarî
ew banî newî bû be ḧesar û be qełatim
’ebdêkî eger ḧîfzî bika xalqî yekta
esbabî deka bo le hemû layekî peyda
dîtim qerewł hat û emnyan zû derêna
birdyane qełay saḧêbyan herçî hebûyn ca
asûde le dest kuştin û ẍewẍa bû necatim
pênc mangî řebeq maynewe nêw ḧepsî ḧesarê
ta leşkirî turkanin le piř hate hawarê
qiřanî «felane» le hemû kûçe be carê
hatînewe şarî şinoCih axrî karê
wemzanî «emînNasnava edebî» taze deyandamê ḧeyatim