bo mîrza ’ebdûłła ’înayetî se’atsaz

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  694 Dîtin
sofî netzanîwe dîsan, îmřo lêm têk çû se’at
kes nîye xoşim bwê ew çeprekey bîkem xełat
car be car fikirê dekem yarî qedîme lazme
ḧurmetî bigirim le naw bêgane û ehlî wiłat
pîre bêçare didanî nîne me’dey şułẍe
qurmîşî dexwa hezim naka xwa çarey bikat
her wekû pîran şewê ta řojê sed carî temam
denwê û karê deka dîtit ke bê deng bû û mat
her wekû saḧêbî xoy geh saẍe û gahî dił be ẍem
batnî jeng û qesawet zahîrî sewm û selat
çunke zur xoşim dewê ḧeyfe le xomî kem cuda
me’dekey gîrawe qebze karê naka nardime lat
to ḧekîmî ḧałî wî mewlayî toş bo ḧałî min
to be ceddî şêxî xot bimde be yekcarî necat
naw zigî xawên kewe ba bes le xoy ẍafił bibê
ucretî wî ḧazre çendî biłêy bîkem berat
ey «emînNasnava edebî» usta dezanê bo se’atî lazme
bo çî naçye xizmetî ta bitdenê awî ḧeyat