bo mîrza ’înayetî se’atsaz

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  673 Dîtin
ey badî seba îmřo qasîd be defermanim
bo xizmetî sofî xon ew nûrî dû çawanim
ew mûnsî ẍemxiwarim ew ’aqłî hoşyarim
ew yarî wefadarim xizmî me û cîranim
ew meḧřemî her řazim mîrzayî se’at sazim
’erzî bike daxwazim, eḧwałî perêşanim
mangî řemezanê hat menził buwe nêw baẍat
bê bangê û bê sa’et parşêwê xo nazanim
qîřey kełebabim dê zû sifre û awim dê
wek xwardim û xwabim dê deyxom û peşîmanim
yařebbî şewî mawe ya kazîwey kêşawe
çan dêmî nekêşawe dengêk dê le gwêyanim
we’det be se’atêk da her çendî le baẍî bim
min muntezîr îmřoke bû we’de û peymanim
ger sa’etî zengî bê her wextey ke dengî bê
me’lûm debê kengê bê emcare sibeynanim
ew sałe emînNasnava edebîy to kewtote ẍerîbayî
řojê diłî xoşḧałe emma şewê zîndanim