çibkem

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  831 Dîtin
be nûrî şem’î řûxsarit diłim řewşen nekem çibkem
le xendey ẍunçeyî zarit diłim gułşen nekem çibkem
leber şermî gunahî xom le mêrg û çîmenî dunya
hemêşe ser deber xoda wekû sûsen nekem çibkem
xeyałî qebrî tarîkim hemêşe her le diłdaye
le tirsî xom eger terkî xew û xwardin nekem çibkem
le em dunyayî fanîda eger bo gewherî meqsûd
diłim wek beḧrî piř mewc û serim gêjen nekem çibkem
le meydanî wefadarî «emînNasnava edebî» dayîm wekû qumrî
nîşanî tewqî ’îşqî yar le naw gerdin nekem çibkem