řencûr

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  740 views
min xerabî derdî ’îşqî firqetî dîdarî tom
dił kebabî daẍ û hîcrî ahî ateşbarî tom
her ke mirdim ba bizanin cumle ’alem xas û ’am
kuşteyî tîrî nîgahî dîdeyî xwênbarî tom
ba le kêlî min binûsin nexşî dû ebrot be xwên
ta bizanî min şehîdî tîẍî seyqelkarî tom
’aşiqî řûyî gułim dayîm denałim her seḧer
’endelîbî baẍî ḧusnî gułşenî řûxsarî tom
ger ḧekîm neykut ’îlacî ’îlletî cergî «emînPen name»
min dełêm řencûrî ’îşqî nergisî bîmarî tom