wiłamî namey şêx ’elaweyn
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
1 Xulek
959 Dîtin
gułî baẍî kemałedîn, fîdayî çawekanit bim
cigergoşey celaledîn be qurbanî mekanit bim
hemêşe muntezîr bo hîmmetî tome heta demirim
fîdayî xaneqah û mesicd û ḧucrey xelanit bim
dû sed carim zyaret kird le şadî name û qasîd
be qurbanî xetî ser kaẍez û îmzay cwanit bim
le řûyî merḧemet ḧałî minit pirsîbû ey mewla
fîdayî lefzî xoş û şekkerîn şîrîn zubanit bim
eger xalq bika qismet beharê nîyetim waye
degeł yar û řefîqan bême xizmet mêhmanit bim
be nûrî şem’î řuxsarit bikem řoşin şewî tarim
le derkî xaneqat her şew wekû seg pasewanit bim
«emînNasnava edebî» ḧełqe be goşî xanedanî hadîyeddîne
le řojî meḧşerê mewla le zumrey xadmanit bim