şîngêřî ḧacî sedredîn

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  600 Dîtin
le sozî ateşî cergim zemîn û beḧir û beř sûta
le dewrî meşẍełî cergim gyahî xuşk û teř sûta
seḧabî ebrî nîsanê le çawim fêr bû giryanê
diłî sed kûre û gułxen le bo min ser be ser sûta
le hîcranî welî’ehdî terîqet kwêr buwe çawim
le daxî ḧacî sedredîn dił û can û ciger sûta
leber sêławî çawanim hemû ’alem buwe tofan
le berqî nałeyî gyanim hemû şax û ḧecer sûta
cemałî aftabî pîrî derwêşan ẍirûbî kird
leboye dił le jûrêda wekû şem’ û fener sûta
wefatî ḧezretî şêxî ke peyda bû le dunyayê
be wełłahî hemû ’alem le daxî ew xeber sûta
«emînNasnava edebî» fesłî beharan wa le derdî dił menałêne
le nałey bulbulî tebi’it gułî baẍ û şecer sûta