şîngêřî şêx sedredîn

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  693 Dîtin
ey murîdan xak be ser ken ecme’în
bo welî’ehdî terîqet, sedredîn
ca de xo berden hemêşe agirî
bo wekîlî şahî ’ebdûlqadrî
bo çiraẍî xanedanî bazyan
bo řeyîsî ’abdan û zahîdan
ey derîẍa bo gułî gułzarî dîn
ey derîẍa bo ’ezîzî nazenîn
awrim ewřo le cergî ber buwe
pîrî derwêşan wefatî kirduwe
ax le bo dû çawî ḧacî sedredîn
ta qyamet kewte jêr xakî zemîn
seyîdî nesłî ḧusên îbnî ’elî
yadgarî şêx me’řûfî welî
ey hezaran wek «emînNasnava edebî» qurbanî to
řojî meḧşer destî min damanî to