şîngêřî ’ebdûl’ezîzî sedredîn

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  629 Dîtin
binałe ey tezerwî dił, heta mawî le dunyayê
beharit lê buwe payîz le daxî serwî bałayê
le bo her bulbulan fesłî beharan guł debin peyda
gułî min carêkî dî nayete ser řûyî dunyayê
gułim ’ebdûl’ezîzî sedredîn bû û pîrî nûranî
welî’ehdî terîqet, cênşînî ẍewsî beẍdayê
le wextî namradî cumle derwêş û murîdanî
le dunya koçî kird řoyî le bo fîrdewsî e’layê
çiraẍî xanedanî şêx îsma’îlî welyanî
nehengî beḧrî ’îrfanî ḧeqîqet duřřî deryayê
le hîcrî řûy gułit qurban wekû bulbul denałênim
felek lêkî cuda kirdîn ke dîdar kewte ’uqbayê
murîdanit hemû sûtan le derdî daxî hîcranê
xisûsen min esîrî ẍem cinûnî deşt û seḧrayê
le řojî meḧşerê mewla le xizmet fexrî ’alemda
zyaret kirdinit deyka «emînNasnava edebî» le xuday temennayê