şînî emîn bo azîzekey

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  733 Dîtin
le kwêy ey řoşenî nûrî çiraẍî xanedanî min
le kwêy ey diłberî mecbûb û yarî mêhrebanî min
le řojê ey gułî yekta cuda bûytî le pêş çawim
be mergî to buwe payîz beharî gułistanî min
hezar efsûs û sed ḧesret le eyyamî cewanîda
le dunyayê wîda’it kird enîs û newcewanî min
le kwê yarêkî dî wek to le em dunyaye peyda kem
eto awêneyî dił bûy řefîqî xoş zubanî min
eger neqşî řuxî pakit be awî zêř binûsim min
řuḧê bo to le kwê bênim erê řoḧî řewanî min
le paşî to be mergî to çi xoşîm qet nedî řojê
buwe zîndan le pêş çawim hemêşe xan û manî min
«emînNasnava edebî» ger lem cîhaney bê wefa newmîdî wesiłit bû
de qesrî cennetê yařeb degeł to bê řojanî min