bo mîrza miradî şa’îr

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  653 Dîtin
miradî min miradî min le eḧwałî to pirsyare
miradim hênde bû kutim miradî min ne eş’are
eto řojêkî par hatî le bo bay emînî xot
emînNasnava edebî ew sałekeş dîsan miradî řojêkî pare
degeł derwêş miḧemmed dadenîşîn wek le baẍîda
miradin her de dił daye egerçî dûre lem şare
mirad ew sał emînit bê mirad û dił perêşane
le kesb û kar û ewza’ û le eḧwałî xo bêzare
perêşan xatre meḧzûne eş’arî le bo naye
be damî bûstan û baẍ û tûtûnê giriftare
le řawêjan dyare pîşřeftî meqsedî nabê
be zahîr talî’î bergeşteye karî çep û xware
nezanim to çilonî bermirade ’eyşî dewranit
we ya înkê miradîş wek emînî dił birîndare
zemane çunke bê mîhre degeł ehlî huner boye
hemêşe her degeł zumrey ’ewam û cahîlan yare
’ewamî bextewer dayîm be naz û nî’metê şade
edîbî bext bergeşte le her la destî bêkare
eger neqsî hebê şê’rî emînNasnava edebîy ’eybî lê megre
ẍerîqî bûstan û baẍ û badmican û bîbare