bo mîrza miradî şa’îr

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  656 views
miradî min miradî min le eḧwałî to pirsyare
miradim hênde bû kutim miradî min ne eş’are
eto řojêkî par hatî le bo bay emînî xot
emînPen name ew sałekeş dîsan miradî řojêkî pare
degeł derwêş miḧemmed dadenîşîn wek le baẍîda
miradin her de dił daye egerçî dûre lem şare
mirad ew sał emînit bê mirad û dił perêşane
le kesb û kar û ewza’ û le eḧwałî xo bêzare
perêşan xatre meḧzûne eş’arî le bo naye
be damî bûstan û baẍ û tûtûnê giriftare
le řawêjan dyare pîşřeftî meqsedî nabê
be zahîr talî’î bergeşteye karî çep û xware
nezanim to çilonî bermirade ’eyşî dewranit
we ya înkê miradîş wek emînî dił birîndare
zemane çunke bê mîhre degeł ehlî huner boye
hemêşe her degeł zumrey ’ewam û cahîlan yare
’ewamî bextewer dayîm be naz û nî’metê şade
edîbî bext bergeşte le her la destî bêkare
eger neqsî hebê şê’rî emînPen namey ’eybî lê megre
ẍerîqî bûstan û baẍ û badmican û bîbare