bo mîrza miradî şa’îr

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  703 views
şîrîne mirad hemû eş’ar û kelamit
yařebbî eda bê hemû meqsûd û meramit
ewşew ke şewî qedir û şewî cum’e le mescîd
bûm muntezîrî hatnî peyẍam û peyamit
nemzanî çi ba’îs bû birader ke nehatî
ey yarî ’ezîz ewşo le kwêt kird bû îqamet
newmîd bû «emînPen name» gerçî le dîdarî miradî
yařeb le beła dûr bê wicûdit bê selamet